Li jêr dirûşmê "Parastna nasname û dahênana civakê kurdî li diyasporayê", û bi helkeftna destpêkirna weşana govara (Kurd Diaspora) ewa ku li rêkeftî 2026/5/26 salrojbûna destpêkirna şoreşa Gulanê hatiye ragehandin; desteya kargîriya govarê bi hemahanygî digel "Peymangeha Ararat", li rêkeftî 2026/6/17, çalakiyeka ji hejî li hola peymangehê encamda. Birgên çalakiyê pêkhatbûn ji: • Peyva Ragirê Peymangeha Teknîkî ya Ararat "P.H.D. Idris Ali Hasan". • Peyva sernivîser û rêveberê dîjîtal mîdyaya Kurd Diaspora "Metin Warmeli". • Sîminarek li jêr navê (Duhî Şoreş Evro Pêkvejiyan Sube Dewletsazî) ji layê "Abdulaziz Muhsin Barzani". • Sîminarek li jêr navê (Suşiyal Mîdya û Bahayên Parastna Şoreşa Gulanê) ji layê "Helkeft Abdulwahid". • Ronkirnek li ser beşên websaytê dîjîtal mîdyaya Kurd Diaspora li ser şaşê. • Diyarîkirna pertûka xodana îmtiyaza dîjîtal mîdyaya Kurd Diaspora, "Leyla Eskender", ewa binavê "Rêgayi Barzanî" bi ser amadebûyan da. Em ji dil supasiya wê pêşwaziya germa xelkê xo dkeyn, ji hemî çîn û toyjan, bi taybet nivîser û rewşenbîr û ekadîmî û qutabiyan, supas bo amadebûna wan, herwesa supasiyeka taybet bo amadebûna kargîr ya tora dilsozên rêbaza Barzanî, birastî em bi dilsoziya wan di serferaz û şanazîn.. Kargîriya Dîjîtal Mîdyaya "Kurd Diaspora"
#0055
Destpêkek nû
Vê babetê parve bike
Hejmara jêderê: #0055
Koment (0)
Hêşta tu koment nînin